Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina kesûkarên şehîdan, erkekî pêşîne yê hikûmetê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya sardana xwe bo qezaya Amêdiyê de, pêşwazî li xatûn Misrî xan Mistefa Kir ku dayika 2 şehîdên şerê rûbirûbûna teroristên DAIŞê ye û ligel neviyekî xwe yê Pêşmerge bi navê Bêwar Ehmed ê di şerê Pirdê de birîndar bûbû hatibû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya sardana xwe bo qezaya Amêdiyê de, pêşwazî li xatûn Misrî xan Mistefa kir.

Misrî xan, dayika 2 şehîdên şerê rûbirûbûna teroristên DAIŞê ye û ligel neviyekî xwe yê Pêşmerge bi navê Bêwar Ehmed ê di şerê Pirdê de birîndar bûbû hatibû.

Serokwezîr pesnê qurbanîdan û xweragiriya kesûkarên şehîdên serbilind ên Kurdistanê da û amaje bi wê da ku malbata wan nimûneyek ji sedan malbatên wê deverê ye ku qurbaniyên zêde ji bo gel û niştiman dane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî:  Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina kesûkarên şehîdan, bi erkekî xwe yê pêşîne dizane.

 

S. B