Iraqê deriyê xwe li ber ziyaretkarên Îranê girt

Balyozê Îranê yê li Bexdayê eşkere kir; hikûmeta Iraqê ji Balyozxaneya Îranê re ragihandiye ku rê nadin ziyaretvanên Îranê serdana Bexdayê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Îranê yê li Bexdayê eşkere kir; hikûmeta Iraqê ji Balyozxaneya Îranê re ragihandiye ku rê nadin ziyaretkarên Îranê û ti ziyaretkarên din ên biyanî ji bo beşdariya merasîma salane ya çileya Îmam Husên serdana Iraqê bikin.

Îrec Mescidî, Balyozê Îranê yê li Bexdayê diyar kir; ji ber belavbûna vîrûsa koronayê rewş metirsîdar e û nabe ti ziyaretkarekî biyanî di vê rewşê de serdana Iraqê bike.

Mescidî eşkere kir; Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê çend meh in lipeyçûn û çavdêriya mijara çileya Îmam Husên dike û ji bo vê mijarê beşdariya çendîn civînên taybet kiriye, eger her rayedarekî Iraqê jî daxuyaniyeke ciyawaz dabe, ew helwest û biryara hikûmeta Iraqê nîşan nade û nabe were cîbicîkirin, heta eger ew rayedar parêzgar be jî.

Îrec Mescidî herwiha da zanîn: “Yekane berpirsê ji merasîma çileya Îmam Husên hikûmeta Iraqê ye û hikûmetê ragihandiye ku rê nade ti ziyaretkarekî serdana Iraqê bike.