Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê nexweşxaneya Dêrelokê datîne

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma danîna kevirê bingehê yê nexweşxaneya Dêrelokê li parêzgeha Duhokê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7. 9. 2020 merasîma danîna kevirê bingehê yê nexweşxaneya Dêrelokê li parêzgeha Duhokê birêve diçe.

Li nexweşxaneya Dêrelokê 100 text ji bo nexweşxan tê danîn û bi 43 milyon Dolar tê avakirin. Proje jî sibe 8. 9. 2020an dikeve warê bicihkirinê.

Avakirina wê nexweşxaneyê, xizmeteke zêde ji xelkê devera Amediyê bi giştî re pêşkêş dike.

Pêştir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicihkirina çendîn proje li sînorê qezaya Zaxoyê jî ragihandibû.

 

S. B