Li Silêmaniyê helmeteke hişyariyê hat ragihandin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi alîkariya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) helmeteke hişyariya tendirustiyê li Silêmaniyê ragihand.

K24 – Silêmanî

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi alîkariya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) helmeteke hişyariya tendirustiyê li Silêmaniyê ragihand.

Ev helmet ji aliyê 60 tîmên tendirustiyê ve tê encamdan û serdana cihên giştî û saziyan dikin û hişyariya tendirustiyê li ser xweparastina ji vîrûsa koronayê bo welatiyan didin. Herwiha ev helmet dê 5 rojan berdewam bibe.

Ji aliyekî din ve jî bi armanca kontrolkirina zêdebûna amarên pêketiyên vîrûsa koronayê li parêzgeha Silêmaniyê, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê helmeteke bexşîna plazmaya xwînê bo pêketiyên koronayê ragihandiye, di destpêka helmetê de jî, beşeke ji berpirsên tendirustiyê plazmaya xwînê dan.

Li parêzgeha Silêmaniyê 816 pêketiyên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin ku piştî başbûna ji koronayê, plazmaya xwînê bexşandine. 1013 nexweşan jî plazmaya xwînê wergirtine. Lê belê asta bexşandina plazmaya xwînê, li gor rêjeya kesên başbûyî, gelek kêm e, loma tê daxwazkirin ku başbûyên koronayê plazmaya xwînê bibexşînin.

Î.A