Iraq deriyên xwe yên sînorî vedike
Komîteya Bilind a Tendirustiyê ya Iraqê biryar da, hemû deriyên sînorî yên Iraqê bi temamî werin vekirin û dewama dam û dezgehên hikûmî jî dest pê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîteya Bilind a Tendirustiyê ya Iraqê biryar da, hemû deriyên sînorî yên Iraqê bi temamî werin vekirin û dewama dam û dezgehên hikûmî jî dest pê bike.
Komîteya Bilind a Tendirustiyê ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û bi amadebûna hemû endaman civiya û çend biryar derkirin.
Komîteya Bilind a Tendirustiyê ragihand, hemû deriyên sînorî yên bejahî li her 7 rojên hefteyê bi armanca bazirganiyê vekirî dibin.
Herwiha biryar hat dayîn, dewama fermi ya wezaret û dam û dezgehan bi rêjeya ji sedî 50 dest pê bike û xwaringeh û kafêtêrya jî bên vekirin.
Endamê Komîteya Bilind a Tendirustiya Iraqê Ednan Waêlî ragihand, vekirina xwaringehan û destpêkirina çalakiyên werzişiyê bi girtina rênimayên tendirustiyê dibe û ji roja 12ê vê mehê ve dest pê dike.
S. B