Li Şingalê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Ji bo cara yekem, li Şingalê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem, li Şingalê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Rêvebirê Tendirustiya Neynewayê ragihand, 2 kesên ji komelgeha Zorava ya ser bi qezaya Şingalê ve, bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Diyar kir jî, ewên canê xwe ji dest dane, mêrekî 45 salî û jineke 42 salî ne.

Tendirustiya Neynewayê diyar kir, berî çend rojan tendirustiya wan her du kesan ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê têk çûbû û ji bo nexweşxaneya Mûsilê ya taybey bi Koronayê hatibûn veguhastin.

Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji Tendirustiya Şingalê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got: Heta niha 8 pêketiyên Koronayê li Şingalê hatine tomarkirin.

 

S. B