Li rojavayê Kurdistanê 15 kêsên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 15 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 15 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 15 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. Ji wan 8 mer û 7 jin in.
Haletên hatine tomarkirin: 4 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 2 kes li Rimêlan, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Dirbêsiyê û 1 kes li Girkê Legê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, 14 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 704 kesan, ji wan 212 kes baş bûne û 42 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
S. B