Emîrê DAIŞê yê Diyarbekirê hate destserkirin
Polîsên Diyarbekirê ragihand, şeva bûrî di operasyoneke taybet de, berpirsê yekem ê DAIŞê li Diyarbekirê Nîhad Turan hate desteserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên Diyarbekirê ragihand, şeva bûrî di operasyoneke taybet de, berpirsê yekem ê DAIŞê li Diyarbekirê Nîhad Turan hate desteserkirin.
Hat ragihandin, berpirsê yekem ê DAIŞê li Diyarbekirê Nîhad Turan li xwaringeheke navçeya Peyasê bi tometa endambûna di rêxistina DAIŞê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye desteserkirin.
Nihat Turan ku wek Emîrê DAIŞê yê li Diyarbekir tê naskirin. Pêştir du caran di salên 2015 û 2017 de hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Di dema bûrî de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê opersyoneke berfireh li dijî endam û alîgirên DAIŞê destpê kiriye û emîrekî DAIŞê li navçeya Kayapînara Diyarbekirê desteser kiribû.
S. B