Heşda Şe'bî dorpêça ewlehiyê bi ser rojavayê Xaneqînê de sepand

Heşda Şe'bî ragihand; hêzên wan dorpêçeke ewlehiyê bi ser rojavayê navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê sepandiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şe'bî ragihand; hêzên wan dorpêçeke ewlehiyê bi ser rojavayê navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê sepandiye.

Ragihandina Heşda Şe'bî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Lîwaya Çar a Heşda Şe'bî dorpêçeke ewlehiyê bi ser deverên rojavayê Diyaleyê sepandiye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdarên Heşda Şe'bî bi operasyona li rûberê 21 kîlometreyan mijûl in li sînorê herêmê bi mebesta bidawîkirina liv û tevgerên çekdarên DAIŞê yên li wê deverê.

Ragihandina Heşda Şe'bî eşkere kiriye ku çekdarên wan çendîn xalên pişkinînê danîne û dixwazin ji devera pira Helwanî heta sînorê gundê Kerîm Dawûd kontrol bikin.