Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê dê berdewam bibin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand; gotûbêj û hemahegiya navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû astengan dê berdewam bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand; gotûbêj û hemahegiya navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû astengan dê berdewam bibin.
Ehmed Mela Telal, Berdevkê Hikûmeta Iraqê di civîneke çapemeniyê de ragihand; di rêkeftina dawî de her du serokwezîran li ser berdewamkirina gotûbêjan li gor destûra Iraqê li hev kirine û eşkere kir ku ev rêkeftina di navbera her du aliyan de hatiye kirin, tenê ji bo vê qonaxê ye heta pesendkirina budceya sala 2021ê.
Telal destnîşan kir: “Rêketina herî dawî li ser budceyê ye, kêşe dê bi gotûbêjan werin çareserkirin û hemahengî dê berdewam bibe.”
Berdevkê Hikûmeta Iraqê herwiha diyar kir: “Serokwezîrê Iraqa Federal û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hev kirin ku gotûbêjên ji bo çareserkirina hemû astengan berdewam bibin û her du alî jî pabendiyên destûrî cîbicî bikin.”