Li rojavayê Kurdistanê ji bo girtiyên DAIŞê kampeke din tê avakirin

Rêveberiya Xweser bi dehan malbatên ser bi çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê veguhestine kampeke din.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser bi dehan malbatên ser bi çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê veguhestine kampeke din.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê ye û 65 hezar kes têde hatine niştecîkirin, ji wan bi hezaran kes, welatiyên 50 dewletên cîhanê ne û beşeke wan a mezin jî, ji awareyên Sûriye û penaberên Iraqê pêk tê.

Şêxmûs Ehmed, Berpirsê Penaberên Kampên Rêveberiya Xweser ragihandiye ku 76 malbat ji jin û zarokên biyanî ku heta niha li Kampa Holê diman, bo Kampa Roj hatine veguhestin û biryar e bi giştî 395 malbat veguhezînin wê kampa nû.

Ehmed eşkere kiriye ku ew malbat li ser daxwaza wan têne veguhestin.

Di meha Tîrmeha 2020an de bi çend karwanan, bi sedan jin û zarok bo kampa nû hatibûn veguhestin.

Kampa nû, bi hemahengiya ligel Neteweyên Yekbûyî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê hatiye berfirehkirin û ji bo veguhestina hejmareke mezin ji wan malbatan, hatiye rêkxistin.

Di beşa jinên biyanî ya Kampa Holê de, berî niha çend caran alozî û tevlihevî qewimîn û jinên ser bi DAIŞê bi kêran êrîşî pasevanan kiribûn.

Şêxmûs Ehmed eşkere kiriye; kesên ku bo kampa nû têne veguhestin, bêtir ew kes in ku liv û tevgerên tundî li ser wan kêm hatine dîtin û rayedarên kampê hewl didin ku li kampa nû alîkariya wan bikin û wan vegerînin jiyana asayî.

Li Kampa Holê 12 hezar zarok û jinên biyanî yên ser bi çekdarên DAIŞê hene, ku welatiyên 50 dewletan in û rojane pêwîstiyên wan ên sereke ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, bi hemahengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî, têne dabînkirin.

Çavkanî: AFP