Li dijî hêzên Hevpeymaniyê du êrîş hatin encamdan

Çavkaniyeke ewlehiyê li Bexdayê ragihand; îşev hejmarek çekdarên nenas li ser rêya Tacî ya bakurê Bexdayê êrîş kirin ser karwaneke alîkariya serbazî ya hêzên Hevpeymaniyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavkaniyeke ewlehiyê li Bexdayê ragihand; îşev hejmarek çekdarên nenas li ser rêya Tacî ya bakurê Bexdayê êrîş kirin ser karwaneke alîkariya serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, lê hêj zirarên wê êrîşê nayên zanîn.

Bîstek berê vê êrîşê, bombeyeke vedayî bi wesayîteke barhilgir a serbazên Iraqê de li ser rêya sereke ya Dîwaniye teqiya, ku alîkariyên lojîstîk bo hêzên Hevpeymaniya Navdewletî vediguhest û di encamê de polîsekî Iraqê mir û du kes jî bi giranî birîndar bûn.

Bû çend hefte, êrîşên bi ser wesayîtên barhilgir ên Iraqê de zêde bûne ku alîkariyên serbazî bo hêzên Hevpeymaniya Navdewletî vediguhezînin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya wan êrîşan li ser xwe negirtiye, lê komên ser bi Îranê, bi taybetî Hizbullaha Iraqê çend caran ragihandiye ku eger hêzên Amerîkayê ji Iraqê venekişin, ew ê hêzên wan bikin armanc.