Remzî: Rûsya hewl dide pêgeha rêjîmê li Kurdistana Sûriyê bihêz bike

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî ragihand, Rûsya bi rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel re, dixwaze pêgeha xwe û rêjîma Sûriyê Kurdistana Sûriyê li hember Amerîka xurtir bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî ragihand, Rûsya bi rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel re, dixwaze pêgeha xwe û rêjîma Sûriyê Kurdistana Sûriyê li hember Amerîka xurtir bike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî derbarê rola Rûsyê li Sûriyê û helwesta wê li hember doza Kurdî, Hesen Remzî got: Rûsya ji destpêka derbasbûna nava krîza Sûriyê ve, piştevaniya rêjîma Sûriyê dike û hewl dide hemû deverên Kurdistana Sûriyê û samanên wê vegerîne bin kontrola rêjîma Sûriyê. Herwiha Rûsya bi piştevaniya xwe ji rêjîma Sûriyê re jî, dixwaze pêgeha xwe stratejîk li wî welatî ji pêgeha Amerîkî û Îranî bihêztir bike.

Hesen Remzî diyar kir jî: Çareserkirina siyasî ya krîza Sûriyê li ser lihevkirina her du welatên bihêz Amerîka û Rûsya û li gor biryara navdewletî 2254 dibe.

Amaje bi wê da, piştî serkeftina bi ser terorê û DAIŞê de, êdî Sûriyê bi gevên hêdî ber bi çareseriya siyasî ve diçe. Amerîka, Rûsya û Netewên Yekgirtî jî hewl didin çareseriya bê peydakirin jî, tevahiya pêkhateyên Sûriyê cihê xwe tê de bibînin.

Derbarê rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel a bi serokatiya Qedrî Cemîl de ya li Moskoyê hatiye îmzekirin, Hesen Remzî got: Qedrî Cemîl kesayetiyekî nêzîkî siyaseta Rûsyayê û di heman demê de jî nêzîkî siyaseta rêjîma Sûriyê ye. Dema Rûsya serperiştiya vê rêkeftinê dike, dixwaze li rojhilatê Feratê pêgeha xwe li hember Amerîka xurtir bike. Bi taybet ku Amerîka serperiştiya diyaloha kurdî dike, ji berk u piştî rêkeftina kurdî, dê danûstandin di navbera kurd û pêkhateyên din de bên kirin. Ji ber wê jî Rûsya hewl dide pêgeha rêjîma Sûriyê li seranserî Sûriyê xurt bike, ji bo fişarê zêdetir li maseya guftûgoyên li gor biryarên Cenêvê û biryara navdewletî 2254 (di navbera rêjîm û opozîsyonê de) dibin bike.

Li ser pirsa, rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel dikare bandorê li diyaloga kurdî – kurdî bike, Hesen Remzî got: MSD ne tenê ji pêkhateya Kurd ava bûye, gelek pêkhateyên din ên deverê jî di wê meclîsê de ne. Diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de, diyalogeke kurdî – kurdî ye, bi riya wê em dixwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî nerîneke siyasî ya hevbeş çi li hember rêjîmê û çi li hember opozîsyonê. Ji ber wê em nabînin ku dê bandorê li diyaloga kurdî – kurdî bike.

S. B