Ermînya konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, di demeke nêzîk de Konsolxaneya Ermînyayê li Hewlêrê tê vekirin. Rêveberiya bajêr amade ye bi her awayekî hevahengî, hevkarî û asankariyê jê re bike.

K24: Navenda Nûçeyan – Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, di demeke nêzîk de Konsolxaneya Ermînyayê li Hewlêrê tê vekirin. Rêveberiya bajêr amade ye bi her awayekî hevahengî, hevkarî û asankariyê jê re bike.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî îro li Dîwana Parêzgehê pêşwazî li Balyozê komara Ermînyayê li Iraqê Hrachya Boladyan kir.

Di civînê de, Ferset Sofî û Hrachya Boladyan behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Ermînya û Kurdistanê de kirin. Ferset Sofî got: “Me tekezî li ser girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên Yêrîvan û Hewlêrê de kirin, bi taybet di warê bazirganî, pîşesazî û geştiyarî de.”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn: “Di demeke nêzîk de Konsolxaneya Giştî ya Ermînyayê li Hewlêrê tê vekirin. Her çi ji asankarî, hevkarî û hevahengî pêwîst be, em wek rêveberiya bajêr amade ne bikin.”

Bi giştî zêdetir ji 20 konsolxaneyên welatan li Hewlêrê hene. Ligel wê jî hejmarek nivîsgehên konsolxaneyan û 6 konsolxaneyên fexrî hene.