Li Hesekê hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê hat têkbirin

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê ji zîndana li Hesekê têk bir.

K24: Hesekê - Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê ji zîndana li Hesekê têk bir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Hesekê ragihand; îro sibehê hejmarek ji çekdarên DAIŞê hewl dan ji zîndana pîşesazî ya li Hesekê birevin û qerebalixî di nava meydana zîndanê de çêkirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê Kurdistan24ê; Hêzên Asayişê hewla revîna wan kesan têk bir û ew çekdar hatin desteserkirin.

Herwiha tevahiya rêyên ku diçin zîndanê ji aliyê Asayişê ve hatine girtin.

Di 29ê Hezîranê de jî, hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê ji heman zîndanê hebû, lê Hêzên Asayişê karîbûn rewşê kontrol bikin.