Rêveberê RAWEST: Ciwanên Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin

Rêveberê Saziya Rapirsiyê RAWEST ragihand: “Ciwanên Kurd her çi qas ji aliyê çandî û kulturî ve, ji zimanê xwe dûr ketibin jî, lê ji aliyê daxwazên siyasî ve, dûrketinek tine ye.”

 

K24: Hewlêr - Rêveberê Saziya Rapirsiyê RAWEST ragihand: “Dema em bi awayekî giştî li encaman dinêrin, em dibînin ku ciwanên Kurd her çi qas ji aliyê çandî û kulturî ve, ji zimanê xwe dûr ketibin jî, lê ji aliyê daxwazên siyasî û xwestekên neteweya Kurd ve, dûrketinek tine ye.”

Roj Esir Girasun, Rêveberê Saziya Rapirsiyê RAWEST beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Di rapirsiyeke RAWESTê de nêzîkî %80 ciwanên Kurd, bi awayekî eşkere dibêjin "Em neteweperwerên Kurd in", li ser vê mijarê Roj Esir Girasun diyar kir: "Beriya niha, me di meha Adarê de raportek tenê li ser ciwanên Kurd pêk anîbû, li ser nêrîn û daxwazên ciwanên Kurd, me raporteke berfireh weşand. Me di wê raportê de kesên ku xwe weke neteweperwerên Kurd dibînin, bi rêjeyeke zêdetir dît.”

Roj Esir Girasun bal dikşîne ser wê yekê ku gelek neteweperwer û zanayên Kurdan nîgeraniyên xwe tînin ziman ku ciwanên Kurd ji nasnameya xwe dûr ketine û êdî bi zimanê Kurdî naaxivin û ji siyaseta Kurdan dûr ketine. Girasun eşkere dike: “Dema em bi awayekî giştî li encaman dinêrin, em dibînin ku ciwanên Kurd her çi qas ji aliyê çandî û kulturî ve, ji zimanê xwe dûr ketibin jî, ji nasnameya xwe dûr ketibin jî, lê ji aliyê daxwazên siyasî ve, ji aliyê xwestekên neteweya Kurd ve, dûrketinek tine ye.”

Girasun diyar dike: “Ciwanên Kurd çi qas ji aliyê kulturî ve ji nasnameya Kurd dûr ketibin jî, dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, dixwazin statuyeke Kurdistanê hebe.”

Li ser pirsa "gelo partiyên Kurdan, tevî HDPê, bersiva daxwaza van ciwanan didin?" Roj Esir Girasun ragihand: “Ciwanên Kurd dixwazin siyaseteke nû were meşandin, ji polîtîkayên HDPê aciz in, dixwazin HDP metodên kevnar, ji wan metodên xwe yên bûye kevneşopî, ji têkiliyên wê yên bi PKKê re, an jî têkiliya wê ya bi tundî, bi şiklekî nû were sazkirin û bi metodeke nû xwe ava bike. Weke berê ku em dizanin di nava ciwanên Kurd de, beriya deh salan, siyasetmedarên Kurd dernediketin holê, lê îro kesên weke Demirtaş êdî bûne fenomen di nava ciwanên Kurd de, dixwazin rê û rêbazên nû, siyasetmedarên nû bibînin û li gorî wê siberoja xwe sererast bikin.”

Fly Erbil Advertisment