Dr. Îbrahîm Remezan Necar koça dawî kir
Endamê Komeleya Jiyana Kurd û bavê Dr. Azad Necar ku danerê dilê destçêkirî ye, di temenê xwe yê 97 salî de li welatê Swêdê koça dawî kir.
K24: Hewlêr – Endamê Komeleya Jiyana Kurd û bavê Dr. Azad Necar ku danerê dilê destçêkirî ye, di temenê xwe yê 97 salî de li welatê Swêdê koça dawî kir.
Dr. Îbrahîm Remezan Necar derçûyê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Mustensiriye bû li Bexdayê û Endamê Komeleya Jiyana Kurd bû.
Di sala 1960î de li Mûsilê Cîgirê Rêveberiya Perwerdeyê bû û di sala 1963an de ji ber fikr û raman û helwestên xwe netewî, heta du salan li Mûsilê hate zindanîkirin.
Dr. Îbrahîm Remezan Necar xwedî çendîn pirtûkên rêzimana Kurdî ye.
Roja 9ê Îlona 2020an, Dr. Îbrahîm Remezan Necar li welatê Swêdê di temenê xwe yê 97 salî de koça dawî kir.