Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê derfetên kar pêk tîne

Yekîtiya Ewropayê bi qasî 120 milyon dolar weke hevkarî û pêşvebirina şiyana ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê terxan dike.

K24: Hewlêr – Yekîtiya Ewropayê bi qasî 120 milyon dolar weke hevkarî û pêşvebirina şiyana ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê terxan dike.

Ji bo vê mebestê çend roj berê, Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê yê li Hewlêrê û Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê civînek pêk anîn, da ku bi hemahengiya her du aliyan, projeyan encam bidin ku derfetên kar pêk bînin û sektora taybet bihêz bikin.

Karwan Sûrçî, Berdevkê Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Me li ser wê yekê gotûbêj kir ku ciwan û derçûyên zanîngeh û peymangehan rahênan bikin, da ku kesên bêkar hewl bidin ku bibin xwediyê projeya xwe.”

Sûrçî diyar kir: “Di bernameyê de ew heye ku Yekîtiya Ewropayê bi hevkariya Jûra Bazirganî ya Herêma Kurdistanê, weke deyn pereyan bide ciwanan û ew jî projeyên xwe pêk bînin.”

Armanca Yekîtiya Ewropayê ew e ku ligel rêxistinên nehikûmî yên Herêma Kurdistanê jî hemahengî çêke, ji ber ku ev proje bêtir ji bo xizmetkirina ciwanan e.

Sîrwan Gerdî, Serperiştyarê Tora Hemahengiya Rêxistinan li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Eger bi şêwaza bernameya dariştî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya rêxistinên navxweyî û navdewletî were rêkxistin, dê planeke baş çêbibe, da ku em hunerên ciwanan di warên cûr bi cûr de derxin holê û di heman demê de derfetên kar ji bo ciwanan bibînin.”

Yekîtiya Ewropayê li welatên cuda ji bo pêşvebirinê, weke mînheyeke salane pereyan dide, ev jî weke piştgiriya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêvajoya çaksazî û pêkanîna derfetên kar de ji bo ciwanan û bihêzkirina sektora taybet.

Fly Erbil Advertisment