Li rojavayê Kurdistanê 45 kes bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê 45 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

K24: Navenda Nûçeyan – Li rojavayê Kurdistanê 45 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 45 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 7 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 2 kes li Rimêlan, 11 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Girkê Legê, 3 kes li herêma Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 783 kesan, ji wan 42 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 9 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 238 kesan.

S. B