Efrîn.. Serokê Encûmena Xwecihiya Cindirêsê hat revandin
Li Efrînê grûpên çekdar bi tometa pêwendiya wî bi YPGê re heye, Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê revandin û ew radestî Tirkiyê kirine.
K24: Navenda Nûçeyan – Li Efrînê grûpên çekdar bi tometa pêwendiya wî bi YPGê re heye, Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê revandin û ew radestî Tirkiyê kirine.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, Polîsên Leşkerî Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê Subhî Riziq revandin û piştre ew radestî istixbarata Tirkiyê kirine.
Li gor zanyariyên wê rêxistinê, Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê bi tometa pêwedniya bi YPG û PYDê re heye, hatiye revandin.
Li Efrînê heta niha bi hezaran kes bi tometên cuda ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.
S. B