Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahinşahiya Urdinê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahinşahiya Urdinê Heysem Ebo Elfol kir, bi boneya bidawîhatina erkê wî li Herêma Kurdistanê.

K24: Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahinşahiya Urdinê Heysem Ebo El Fol kir, bi boneya bidawîhatina erkê wî li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahinşahiya Urdinê nîşan da û spasiya Konsolê Urdinê jî kir, ji bo dema ku li Herêma Kurdistanê maye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Konsolê Urdinê spasiya mêvandostiya xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo pêşkêşkirina asankarî û hevhanegiya baş, ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de.

 

 

S. B