Li Iraqê 82 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 82 kesan canê xwe ji dest dan.
K24: Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 82 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 597 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye; heta niha 278 hezar û 418 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 7 hezar û 814 kesan canê xwe ji dest dane û 213 hezar û 418 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 56 hezar û 787 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyan e û ji wê hejmarê 542 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne.
S. B