Serok Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan
Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiyan. Serok Barzanî ragehand, wan lezkirina hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.
K24: Navenda Nûçeyan – Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiyan. Serok Barzanî ragehand, wan lezkirina hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.
Îro li Selahedîn, Serok Barzanî digel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiyan, di civînê de her du aliyan peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêjkirin.
Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya tiwîterê nivîsandiye, wan dawî pêşhate gengeşe kirine, herweha behsa lezkirina hewlan bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin e.
Li gor medyaya fermî ya Îraqê, di civînê de Kazimî ragehandiye, pêwîst e hemahengiyek zêdetir di navbera artêşa Îraqê û hêzên Pêşmerge de hebe.
Herwiha got pêwîst e Hewlêr û Bexda li ser pirsan yek helwest bin û tekez kir, guftûgoyên wan di çarçoveya destûr de, pêşerojek e baştir bo Îraqê dabîn dike. Derbarê çaksaziyan li Îraqê Kazmî got, Îraq pêwîstî bi çaksaziyên rasteqîn e heye.
S. B