Polîtburoya PDKê di 59emîn salvegera şoreşa Eylûlê de daxuyaniyek belav kir

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di salvegera 59emîn a destpêkirina Şoreşa Eylûlê de daxuyaniyek belav kir.

K24: Navenda Nûçeyan – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di salvegera 59emîn a destpêkirina Şoreşa Eylûlê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat, berî 59 salan, wek bergirtina li hember dîktatoriyetê û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Iraqê ve, gelê Kurdistanê û partiyên têkoşer (Partiya Demokrata Kurdistanê) bi rêbertiya Mistefa Barzanî meşxela şoreşa mezin a Eylûlê vêket û karîzma û xweşewîstiya Mistefa Barzanî û bernameya dirust û ferehend a Partiya Demokrat a Kurdistanê bûne hêvana şoreşeke netewî û niştimanî ya seranserî ku ciyografiya Kurdistanê ji Zaxo û ta Xaneqînê bi hev re girê da. Di nava vê ciyografiya jî hemû netewe, ol û ayînên cuda di yek sengerê de kom kirin û îdareya ewqas canfîdayî û qurbanî jî bo redkirina zulm û zordariyê çê kir ku çendîn caran dîktator çogdan kirin û di encamê de di Adara sala 1970î de, hikûmeta Iraqê neçar kir bê ser maseya danûstandinan û derencam rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû.

Polîtburoya PDKê dibêje, şoreşa mezin a Eylûlê xaleke werçerxanê ya nû di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de dirust kir û doza rewa ya gelê me ji asta xwecihî bo asta navdewletî veguhast. Di heyameke gelekî kurd de qehremaniya Pêşmerge bala medyaya cîhanê li ser xwe kişan û bi dehan rojnamevanên navdar ên cîhanê anîn Kurdistanê û li sengerên Pêşmerge raportên xwe amade kirin û rewabûna siyasî ya doza gelê Kurd gihandin raya giştî ya cîhanê.

Di beşeke din daxuyaniyê de hat, Eylûl ne tenê şoreşeke çekdarî bû, belkû şoreşeke siyasî, kulturî û civakî ya berfireh bû ku bawerî û baweriya bi xwe ji hevniştimanên Kurdistanê re dirust kir û ew rastî çespand ku gelê Kurdistanê li pêş ti dîktator û zordarekî xwe natewîne û ev peyma şoreşgerî jî (Kurdistan ya neman) wê demê, niha û pêşerojê jî wateyeke kûr û perwerdeya niştimanî daye û dibe ku nifş li dû nifş jê fêr bibin ku Kurdistan girîngtirîn e.

PDK di daxuyaniya xwe de dibêje, pend û waneyên şoreşa mezin a Eylûlê gelek in, ji yên girîngitirîn: Rijdabûna li ser mafan, baweriya bi xwe, demokrasî, pêkvejiyan, komkirina cudahiyan, rewşenbîrî, medeniyet û rêzgirtin li yasa. Ji vir ve û di vê boneya pir bi wate de, cihê wê ye amaje bi wê rastiya dîrokî bikin, Serok Mesûd Barzanî piştî raperîna Buhara 1991an û di dema vekişandina damûdezgehên ji aliyê rêjîma Iraqê ve, li bajarê Koyê daxwaza ji bereya Kurdistanî kir, zemînê ji bo hilbijartinê amade bikin û kar bikin ji bo damezirandina dewleta yasa. Bêgûman ev beşek ji berhemdariya waneyên bilind ên şoreşa Eylûlê ne, ku Serok Mesûd Barzanî bi zelalî bi hemû cîhanê ragihand û encama bû bingeheke bihêz a jiyana demokrasî di Kurdistanê de.

Polîtburoya PDKê diyar dike, îro di demekê de ku salvegera şoreşa mezin a Eylûlê bi bîr tînin, careke din tekez li ser wê rastiyê dikin ku ew armancên şoreşa Eylûlê destpê kiriye, heta niha beşek ji wan armancan bi cih nehatine, ji ber wê gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê miqate ye bi heman vîna şoreşa Eylûlê, lê bi têgihîştineke serdemî girîngiyê dide xebata siyasî, hikûmranî, dîplomasî û medenî û ji bo wê jî piştevaniya cemawer û yekrêz û yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi kilîta serkeftinê dizane.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, di 59emîn salvegera şoreşa mezin a Eylûlê de û ji bo Kurdistaneke bihêz, aram û avedankirî, girîng e em hemû: Gel, Parleman, Hikûmeta, aliyên siyasî, medya û rêxistinên civaka sivîl tekeziyê li ser tebaya siyasî, yekrêziya niştimanî û serweriya yasayê bikin û rola çareseriyê bigirin, taybet çareseriya wan girftên ku girêdayî jiyan û xizmetkariya welatiyan in, dîsa bi çaksaziyê û bicihkirina jiyaneke xweşguzar, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê yekdest bin û piştevaniyê li pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

S. B