Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mistefa Kazimî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û her du aliyan civînek pêk anîn.

K24: Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û her du aliyan civînek pêk anîn.

Civîna Serokwezîrê Iraqê ligel Serokê Hêrêma Kurdistanê rawestgeha herî dawî ya serdana Mistefa Kazimî bû ku duh bo Hewlêr û Duhokê dest pê kir.

Mijarên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rûbirûbûna terorê, çareserkirina pirsên rawestandî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û nakokiyên li ser hilbijartinan, mijarên herî giring ên civînê bûn, ku Mistefa Kazimî destpêkê ligel Serok Mesûd Barzanî û piştre ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêj kirin.

Piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, biryar e Mistefa Kazimî serdana Silêmaniyê bike û li Silêmaniyê mêvanê Serokomarê Iraqê bibe.

Herwiha biryar e di demjimêr 16:00an de Mistefa Kazimî serdana bajarê Helebceyê jî bike û ji nêzîk ve mijara vekirina deriyê sînorî yê Sazan yê li Helebceyê gotûbêj bike.