Li rojavayê Kurdistanê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
K24: Navenda Nûçeyan - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; jineke 65 salî li Hesekê, zilamekî 54 salî li Qamişlo û keçeke 19 salî li Şehbayê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 783 kesan, ji wan 238 kes baş bûne û 45 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.