Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
K24: Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya welat û dosyeyên hevbeş ên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li giringiya yekrêzî û yekhelwestiya rûbirûbûna rewşên niha kirin.
Herwiha her du aliyan li ser giringiya gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Iraqê û gihiştina çareseriyeke bingehîn axivîn, ku xizmeta hemû pêkhateyên welat bike.
Di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hat kirin, bi awayekî ku aramiyê dabîn bike û alîkar be ji bo vegera awareyan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan berceste bike.