Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşte Bexdayê
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubat Talebanî gihîşte Bexdayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî gihîşte Bexdayê.
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ji K24ê re ragihand, armanca sardana şanda Hikûmeta Herêmê, ji bo temamkirina gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan e, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.
Ragihand jî, Hikûmeta Herêmê amadehiya xwe nîşan da, ji bo bi hikûmeta federalî re li ser pirsa dahatên petrolê û dahatên deriyên sînorî rêk bikeve.
Semîr Hewramî got jî: Îro civîn destpê dikin û çend komîte tên avakirin, ji bo babetan bi awayekî yasayî guftûgo bikin û girftên hene binirxînin.
S. B