Li Rojava civînên yekitiyê

Dibe ku heya dawiya îlonê yekitiya kurdan li rojavayê Kurdistan çêbibe.

K24 - Navenda Nûçeyan: Partiyên kurd li rojavayê Kurdistanê (Rojava), ji bo yekitî û yekrêziyê hevdîtinan pêktînin. MSD jî piştevaniya hevdîtinên ENKS û PYNK dike.

Kurdistan24'ê derheqê civînan de agahiyên taybet wergirtine. Li gor wan agahiyan; Ji bo yekitiya kurdan civîn berdewam in. Dibe ku heya dawiya vê îlonê bi hev bikin û rêkeftinek were pêk anîn.

Herwiha Hevseroka Encûmena Suriyeya Demokrat (MSD) Emîna Omer got; "Ev yekrêzî gelek giring e. Em wekî MSD piştevabiyê dikin. Feydeya yekitiya kurdan dê ji bo hemû pêkhateyên deverê hebe."

ENKS

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di 26'ê kewçêra 2011'an de li Hewlêrê hatiye avakirin. Ji 16 alî û partiyên siyasî pêk tê. 

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK)

Meha gulanê ya 2020ê, li Rojavayê Kurdistanê; Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî hat avakirin. 15 partî û aliYên siyasî têde cih digirin. Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) hevkariyê li gel dike.