Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
K24: Navenda Nûçeyan – Li bajarê Serokê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
K24: Navenda Nûçeyan – Li bajarê Serokê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, bomebeyeke vedayî li meydana Postê ya Serê Kaniyê teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Li herêmên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, bi yekcarî rewşa ewlehiyê xirap e û her car jî teqînê lê tên kirin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.
Roja 6ê vê mehê jî teqînek li Serê Kaniyê rû dabû û di encamê de hejmarek kes birîndar bûbû.
S. B