Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

K24: Navenda Nûçeyan – Li bajarê Serokê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

K24: Navenda Nûçeyan – Li bajarê Serokê Kaniyê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, bomebeyeke vedayî li meydana Postê ya Serê Kaniyê teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, bi yekcarî rewşa ewlehiyê xirap e û her car jî teqînê lê tên kirin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.

Roja 6ê vê mehê jî teqînek li Serê Kaniyê rû dabû û di encamê de hejmarek kes birîndar bûbû.

S. B