Li Efrînê xalake Tirkiyê hat topbarankirin.. Birîndar hene
Hêzên rêjîma Sûriyê xaleke artêşa Tirkiyê li gundekî Efrînê da ber topan û hejmarek leşkerên tirk birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên rêjîma Sûriyê xaleke artêşa Tirkiyê li gundekî Efrînê da ber topan û hejmarek leşkerên tirk birîndar bûn.
Çalakvanên opozîsyona Sûriyê belav kirin, hêzên rêjîma Sûriyê yên li Foca 46 li gundê Etarib bicih dibin, xalake artêşa Tirkiyê li gundê Xezewiyê yê ser bi Efrînê ve da ber topan.
Diyar kirin jî, di encama topbaranê de hejmarek leşkerên tirk birîndar bûn û bi helîkopterê hatin rakirin. Herwiha ziyanên madî yên mezin jî çê bûne.
Jêderekî ji K24ê re ragihand, topxaneya Tirkiyê ji gundê Tilifê yê Efrînê ve bi 12 topan bersiv da wê êrîşê.
S. B