Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 60 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 106 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye; heta niha 286 hezar û 778 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 7 hezar û 887 kesan canê xwe ji dest dane û 221 hezar û 283 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 57 hezar û 554 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyan e û ji wê hejmarê 575 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne.

S. B