Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 20 bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 20 bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 573 kes wek hilgirê vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Diyar kir jî, 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Herwiha 274 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Wezîrê Tendirustiyê da zanîn kir, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 1340 kesan.
Aşkere kir jî, heta niha 12 hezar û 116 pêketiyên Koronayê li nexweşxane û malan çareseriyên Koronayê werdigirin.
S. B