Li rojavayê Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê ketin
Li rojavayê Kurdistanê 21 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 21 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 36 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Haletên hatine tomarkirin: 8 kes li Dêrikê, 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê û 1 kes li Amûdê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 840 kesan, ji wan 46 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 33 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 282 kesan.
S. B