Li Iraqê 73 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 73 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 531 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye; heta niha 290 hezar û 309 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 8 hezar û 14 kesan canê xwe ji dest dane û 224 hezar û 705 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 57 hezar û 590 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyan e û ji wê hejmarê 546 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne.
S. B