Asayişê hewla revîna 5 jinên DAIŞê ji kampa Holê pûç kir
5 jinên DAIŞê ku dixwastin ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê birevin, ji aliyê hêzên asayişa kampê ve hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
5 jinên DAIŞê ku dixwastin ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê birevin, ji aliyê hêzên asayişa kampê ve hatin girtin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, 5 jinên DAIŞê yên Rûsî ligel 7 zarokên xwe hewl dan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê birevin Tirkiyê, hatin girtin.
Li gor zanyariyan, wan jinên DAIŞê dixwastin bi zarokên xwe û bi alîkariya qaçaxçîyan ji kampê birevin Tirkiyê.
Pêştir jî gelek caran jinên DAIŞê hewl dan ji kampê birevin, lê ew hewl ji aliyê asayişa kampê ve dihatin pûçkirin.
Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.
S . B