Asayiş mezintirîn hewla revîna ji kampa Holê pûç dike
Hêzên asayişa kampa Holê li Hesekê, di du rojên bûrî de 2 hewlên revîna jinên DAIŞê pûç kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên asayişa kampa Holê li Hesekê, di du rojên bûrî de 2 hewlên revîna jinên DAIŞê pûç kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, pêr nêzîkî 200 jinên DAIŞê yên ji regeza sûrî û iraqî hewla revîna ji kampa Holê dan. Lê ew hewl ji aliyê hêzên asayişê ve hat pûçkirin.
Pêştir jî çendîn caran jinên DAIŞê hewla revîna ji kampa Holê dane. Lê ev hewl, wek mezintirîn hewla revîna jinên DAIŞê tê hejmartin.
Rewangehê diyar kir, duhî jî 4 jinên DAIŞê ligel 6 zarokan hewla revîna ji kampa Holê dabûn, herwiha ew hewla revînê jî hat têkbirin.
Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.
S. B