Li Iraqê ji ber koronayê 72 kesan canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 169 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 14ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 294 hezar kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 229 hezar û 478 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 539 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 86 kesan canê xwe ji dest dane.