"Gotûbêjên Washingtonê çarçoveya peywendiyên Iraqê ligel Amerîka û NATOyê diyar dike"

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand; DAIŞ hê jî li Iraqê heye û li çend deveran bi xwerêxistinkirinê ve mijûl e û metirsiyên wê berdewam in.

Berlîn (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand; DAIŞ hê jî li Iraqê heye û li çend deveran bi xwerêxistinkirinê ve mijûl e û metirsiyên wê berdewam in. Herwiha eşkere kir ku gotûbêjên Washingtonê çarçoveya peywendiyên Iraqê ligel Amerîka û NATOyê diyar dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, li Berlînê civîneke çapmeniyê ya hevbeş pêk anîn û Fuad Husên ragihand; metirsiya DAIŞê tenê li ser civaka Iraqê nîne, di heman demê de li ser temamê civaka mirovahiyê ye, di nav wan de jî civaka Ewropî, loma pêwîstiya me bi alîkarî û hemahengiya hevbeş heye ji bo bidawîkirina DAIŞê tevî hizr û karên wê yên rêxistinê.

Fuad Husên eşkere kir ku ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê li ser çend mijarên cuda gotûbêj kirine, ku peywendiyên wan bi hemahengiya navbera her du aliyan heye di warên cuda de, bi taybetî di warên aborî û kompaniyên Almanî de ku li Iraqê dixebitin û herwiha geşedanên belavbûna koronayê.

Husên diyar kir: “Em spasiya piştevaniya Almanyayê dikin ku çend nexweşxane li Iraqê ava kirin û ji bo rûbirûbûna koronayê alîkariya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê kirin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Me behsa gotûbêjên stratejîk kir ku li Washingtonê hatin encamdan. Encamên wan gotûbêjan ji bo peywendiyên hikûmeta Iraqê û Amerîkayê were yekalîkirin hander bû û rewşa ewlehî û serbazî jî di navbera Iraq û Amerîkayê de yekalî dike, herwiha çarçoveya peywendiyên navbera Iraq û hevpeymaniya NATOyê jî diyar dike.”

Di civîna çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî diyar kir: “Em dizanin ku serweriya Iraqê ji bo me gelek giring e, mixabin çend kêşe li ser vê mijarê hene û ji bo çespandina aramî û siyaseta Iraqê em hemû hewldanên xwe dikin.”

Li ser penaberên ku li kampeke Yewnanistanê bê penageh mane, Heiko Maas got: “Almanya alîkariyeke mezin a madî ji bo vê mebestê amade kiriye û beşek ji wan alîkariyan ber bi Yewnanistanê hatine birêkirin.” Herwiha got: “Em û çend welatên din ên Ewropayê plana me heye ku beşek ji wan penaberan werbigrin, bi taybetî zarokan ku di rewşeke hestyar a mirovî de ne.”

Fly Erbil Advertisment