Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombekirî hat teqandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombekirî teqiya.

Hat ragihandin ku li nava bajarê Efrînê li Xaçerêya Kawa wesayîteke bombekirî teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encaman teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku di kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ne, car caran teqîn çêdibin.

Di dawiya meha Nîsanê de jî li Efrînê teqînek qewimîbû û di encama wê teqînê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ku di nav wan de 11 zarok hebûn. Li gor nûçeya wê demê ya Ajansa Anadoluyê, teqîn bi rêya tankereke bombekirî hatibû encamdan.