Rojhilatê Kurdistanê.. Kolberekî 14 salî birîndar bû

Zarokekî 14 salî yê rojhilatê Kurdistanê, ji bo mobayleke zîrek bikire û pê xwendina “online” bike, diçe kolberiyê, lê li çiya dikeve û bi giranî birîndar dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Zarokekî 14 salî yê rojhilatê Kurdistanê, ji bo mobayleke zîrek bikire û pê xwendina “online” bike, diçe kolberiyê, lê li çiya dikeve û bi giranî birîndar dibe.

Manî Haşimî zarokekî 14 salî yê rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo pereyan dabîn bike û pê mobayleke zîrek bikire, ta bikire xwendina “online” pê bike, berê xwe dide karê kolberiyê û bi diya xwe Ronak re 4 çiwal Lobya dibin ser sînor, lê Manî li çiya dikeve xwarê û bi giranî birîndar dibe.

Niha Manî li malê ye ta birînên wî bêne dermankirin, lê bi xema wê ye ku bikare mobayleke wî ya zîrek hebe, ta xwendina xwe berdewam bike.

Diya wî Ronak dibêje: “Manî di xwendinê de zîrek e û sala bûrî piwanên wî 18 li ser 20 bûn, ev jî pileyeke bilind e.”

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan (Hingaw) Manî Haşimî yê 14 salî, xelkê gundê Şemşîr yê ser bi Pawe ye. Dema li kolberiyê bû li sînor kete xwarê û bi giranî birîndar bûye.

Wê rêxistina diyar kir, dema wî kolberê zarok ji kemîna hêzên çekdar ên Îranê direviya, kete xwarê û serê wî birîndar bû. Niha Manî di çavdêriya bijîşkî de ye.