Rojavayê Kurdistanê.. 63 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin
Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 63 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 63 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 63 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Haletên hatine tomarkirin: 29 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Til Temirê, 1 kes li Çilaxa, 13 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 1 kes li kampa Holê û 2 kes li Kobaniyê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 903 kesan, ji wan 46 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 9 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 291 kesan.