Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rewşa Iraqê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û pêşhatên dawî yên guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser rola erênî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û dûpat kir ku Neteweyên Yekgirtî dikarê di çareserkirina kêşeyan, derbaskirina rewşê û gefên li pêş wê de hevkariya Iraqê bike.

Sîstema Federaliyê li Iraqê, pirsa hilbijartinên bê, rûbirûbûna terorê, tevgerên DAIŞê û çend pirsên girîng ên hevbeş, beşeke din a vê civînê bû.