Hevpeymaniya Navdewletî red dike helîkoptera Amerîkî ketibe
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji K24ê re tekez kir, ti helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê neketiye xwarê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji K24ê re tekez kir, ti helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê neketiye xwarê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto ji K24ê re ragihand, ti helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê neketiye xwarê. Belkû ji ber pirsgirêkên teknîkî daketiye û tevahiya kesên tê de jî selamet in.
Pêştir, Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, Helîkoptereke Amerîkî li gundê Til Hedad yê ser bi Til Koçerê li parêzgeha Hesekê ketiye xwarê.