Medyaya Sûriyê: Helîkoptereke Amerîka li Hesekê ketiye

Helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê kete xwarê û Hevpeymaniya Navdewletî wê nûçeyê red dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê kete xwarê û Hevpeymaniya Navdewletî wê nûçeyê red dike.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, Helîkoptereke Amerîkî li gundê Til Hedad yê ser bi Til Koçerê li parêzgeha Hesekê kete xwarê, bêyî ku behsa sedema ketina wê bike.

Diyar kir jî, zirîpoşên Amerîkî cihê bûyerê dorpêç kirin û ti zanyarî derbarê ketina wê helîkoperê de nîn in.

Ji aliyê xwe, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ketina helîkoptera Amerîkî red dike.