Li Hewlêrê rêjeya başbûnê zêde dibe

Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê ragihand; li gor meha borî, rêjeya başbûnê zêdetir bûye û hejmara miriyan jî kêm bûye.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê ragihand; li gor meha borî, her çi qas rojane hejmareke berçav pêketiyên nû yên vîrûsa koronayê têne tomarkirin, rêjeya başbûnê zêdetir bûye û hejmara miriyan jî kêm bûye.

Rêveberê Nexweşxaneya Îmaratî Şaxewan Xeylanî diyar kir ku rêjeya rojane ya haletên pêketinê weke berê gelek e, lê rêjeya mirinê kêm bûye.

Agahiyên Wezareta Tendirustiyê derdixin holê ku rêjeya mirinê kêm bûye, lê belê pisporên tendirustiyê diyar dikin ku bi guherîna rewşa hewayê metirsî zêde bibe.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed hişyarî dide welatiyan ku divê ji pêketina influenza agahdar bibin û pabendî bicihanîna rêkarên tendirustiyê bibin.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) behsa pêleke nû ya koronayê di 21ê vê mehê de dike. Li gor gotina rayedarên Tendirustiya Cîhanî û Kurdistanê, îhtîmala wê yekê heye ku rêjeya pêketinê di demsala serma de bilind bibe.