Encûmena Wezîran derencamên gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê guftûgo dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derencamên gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derencamên gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo dike.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane girê dide.
Li gor zanyarên K24ê, di civînê de encamên sardana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, encamên guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsa budceya sala 2020an a Iraqê, tewerên sereke yên civînê ne.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî roja 8ê vê mehê serdana Bexdayê kiribû.
Armanca serdanê, ji bo temamkirina gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan bû, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.