Li rojavayê Kurdistanê yasayeke nû ji bo “ragihandinê” tê dariştin

Rêvebiriya Ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê yasayeke nû derbarê karê rojnamevanan de amade dike.

 

Qamişlo (K24) – Rêvebiriya Ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê yasayeke nû derbarê karê rojnamevanan de amade dike. Rojnamevan jî dibînin ku azadiya ragihandinê li Rojava sînordarkirî ye û pêwîst e Rêvebiriya Xweser rêzê li vê yasayê bigire.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêvebiriya Xweser zagoneke ragihandinê ya nû bo deverê saz dike. Ev zagon hîn di qonaxa amadekirinê de ye û li gel hemû rêvebirî, dezgehên ragihandinê û rojnamevanan guftûgokirin. Yekîtîya Ragihandina Azad dide zanîn, zagona di sala 2015an de hatiye sazkirin, gelek kêmanî tê de hene, bi taybetî di xalên sizayan de. Rojnamevan û dezgeh bê zagon dihatin sizadan, ji ber wê jî zagona nuh dê şaştiyên berê sererast bike.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif ji K24ê re got: “Tiştê destpêkê, madeyên wê zagonê ne zêde zelal bûn û kêmanî di madeyên wê de hebûn. Dema ku muxaleyek hebe, hûrgiliyên çawaniya serederiya ligel rojnamevanan yan desgehên ku muxalefeyê bike, ne diyar bûn. Ji ber wê me wek Ragihandina Azad daxwaza sererastkirina wê kir.”  

Ne cîbicîkirina zagona barê hişt ku gelek qerbalix di qada ragihandinê de çê bibe. Hin rojnamevan dibêjin ku pêwîst e ragihêner bi erk û rola xwe rabin, da ku zagon cîbicî bibe û neyê binpêkirin, herwiha divê asta azadiya ragihandinê bilindtir bibe.

Rojnamevan Haman Şakir dibêje: “Em nikarin bibêjin ku ez zagon dê pêkanînan, yan na. Ez dibêjim ku erkek li ser mile her rojnamevan û saziyên ragihandinê ye ku karibin fişarekê deynin, ji bo ev zagonên wiha werin pêkanîn. Tu li bendî kîjan rêveberiyê yan desthilatê bî, were zagonan pêk bîne, ev yek dê gelek zehmet be, bi taybet ku welatê me di rewşeke awarte re derbas dibe.”

Li gorî rojnamevanan gelek xal bi awayekî erênî di zagona nuh de hatine sererastkirin, lê hîn jî azadiya rojnamevan sînordarkirî ye, nemaze di warê çêkirina lêkolînan de. Rojamevan dibînin ku nabe her mijarek bi ewlehiya netewî ve were girêdan, ji ber ku ev yek kar sînordar dike û ya girîng ew e, desthilat rêzê ji vê zagonê re bigire û binpê neke.

 

 

Fly Erbil Advertisment