Kujerê malbata Kurd a li Bexdayê hat desteserkirin
Kesê ku li Bexdayê sê endamên malbateke Kurd kuştibû, li mêvanxaneyeke bajarê Hewlêrê hat desteserkirin.
.jpg)
Hewlêr (K24) – Kesê ku li Bexdayê sê endamên malbateke Kurd kuştibû, li mêvanxaneyeke bajarê Hewlêrê hat desteserkirin û Dije-Terora Kurdistanê li ser hûrgiliyên wê tawanê, zanyariyên nû belav kirin.
Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku piştî bûyera kuştina sê endamên malbateke Kurd, dest bi lêkolînê kirine û dîtine ku kujer xwe li Hewlêrê veşartiye û piştî çavdêriyê, cihê wî hatiye dîtin û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê kujer desteser kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku kujer li tawana xwe mikur hatiye û Dije-Terorê metna îtirafa tawanbar belav kiriye.
Tawanbar dibêje: “Navê min Mehdî Husên Nasir Meter e. Di sala 1984an de jidayîk bûme. Nişteciyê Bexdayê devera Hebîbiye me. Li Wezareta Navxwe dixebitim. Pasevanê Balyozxaneya Rûsyayê me.”
Herwiha eşkere kiriye: “Berî 4 salan, min kesekî bi navê Bavê Şîlan nas kir. Berî du rojan, hewcedariya min bi pereyan hebû, deynên min hene. Ez çûm cem wî û li mala wî, em bi hev re rûniştin. Min hinek pere jê xwest, lê wî neda û got 'tine'. Em hinek pev çûn, kêrek li nêzîkî min bû, min bi kêr lêda û ew kete erdê. Min xwest dewsa tawanê veşêrim, wê demê hevjîna wî jî hat. Ez mat mam û tirsiyam, wê jî dest bi hawar û qêrînê kir, min ew jî da ber kêran û kete erdê. Min termên wan ji odeyê birin serşokê û min boriya avê vekir û wê wextê Şîlan kete hundir."
Tawanbar dibêje: “Dema Şîlan hat û rewş dît, tirsiya, min xwest aram bikim, aram nebû û bi xwelîdanka cixareyê bi ser min de hat, min jî du kulm lê dan û kete erdê. Balîfek li wir bû, min danî ser devê wê û min ew kuşt.Min hewl da dewsa tawanê veşêrim, lê nizanibûm çi bikim û biçim ku derê. Min ew der paqij kir û min li pereyan geriya. Min hinek pere dîtin, lê nizanim çend bû, nêzîkî 10 hezar dolar an zêdetir bû. Hinek pereyên Iraqî jî tê de bûn. Min pere û telefon birin, min kêr jî bi xwe re bir û xiste nav kîsekî û derketim. Ez biçim ku derê.. Ez biçim ku derê.. Çûm devera Qenat û min kêr û telefon li wir avêtin. Min got ez biçim Hewlêrê. Min otomobîleke taybet girt û hatim Hewlêrê. Li hotelekê daketim, min xwest ji Hewlêrê biçim derveyî welêt. Piştî rojekê, min xwest vîzeyek bo Tirkiyê yan cihekî din peyda bikim, lê neket destê min û vegeriyam hotelê û li wir hatim desteserkirin.”